Romana Hawara Dîcleyê li ser dengan ava bûye. Hîm û bingeha romanê ji dengên berê yên ku di nava rûpelên tarîxê de veşartî ne hatiye pê. Qehremanê romanê Biroyê Dengbêj, dibe dengê jibîrbûyiyan. Peywira sereketirîn a vebêjê vê vegotina dûr û dirêj, vegera li rabirdûyê ye, dengê do û îro digihîne hevûdu û bêyî ku raweste çêlê lê dike. Herweha ev roman, vegotineke modern a wekî pireke ku di navbera paşeroj û pêşerojê de hatibe avakirin e. Biroyê Dirêj, wezîfeya bîra civakî bi cih tîne û serbûriyên ku jiyaye bi îro, bi guhdar û herwekî ku tê zanîn bi xwendevanan digihîne. Umirê Biroyê ku êdî li pey maye, şahidî û çavdêriya komkujiyan, jihevûduveqetînan, welatê xerîban û têkçûyinan dike. Bi ç êlkirina vê vegotinê, heçku Biroyê Dengbêj dîsa bi Mîr, Heme, Gulîzer, Migo, Armê, Mam Sefo û evîndara xwe Esterê re ji nû ve bijî.
Ürün Adı: Hawara Dicleye I Ürün Kodu: 9786057728869 Yazar: Mehmed Uzun Basım Yılı: 2021 Kapak Türü: Karton Kapak Sayfa Sayısı: 263 Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı Çevirmen:
Bu web sitesinde çerez kullanımına izin vermektedir. Web sitesinde gezinmeye devam ederek, bu kullanımı kabul etmiş sayılırsınız. Çerez politikası ve Gizlilik Politikası hakkında detaylı bilgi almak için lütfen ilgili yerlere tıklayınız.